1. Mijara me ne "rewşa dawî ya li Îranê ye", lê "rewşa dawî ya Îranê" ye. Em dê rewşa wê ya herêmî di çar xalan de binirxînin.
Piştî şerê Ûqreyna dest pê kir, an dê Ûrisya û hevalbendên xwe li tevahiya Rojhilatê Cîhanê bi ser biketina, an winda bikirina.
2. Çi qasî Cîhana Rojava di mijara Ûqreyna de tevlihev xuya dikir jî, luksek wan a bihêlin Ûqreyna têkeve destê Ûrisya tunebû, Ûrisya jî bi qasî Rojava Kurdistanê girîng bû. Di encamê de her kes li dora aqtorê xwe kom bû, Ûrisya ket çiravê, hevalbendên wî sar man.
3. Bi destpêka Şerê Ûqreyna re Turkî di 17'e Avrêlê (4) de êrîşa xwe ya herî mezin bir ser Herêma Parastina Medyan. Îraq û Milîsên Îranê ketin Şingal û gundên wê. Di 19 Tîrmehê de plan kiribûn ku ji 4 aliyan ve têkevin Rojava Kurdistanê, li Îranê kom bûn, lê Ûrisya ketibû çiravê.
4. Cîhana Rojava Ûrisya rawetand, êdî dora Îranê bû, diviya nenûkên Îranê bihatina jêkirin û lingên wê ji Îra, Sûrî, Kurdistan, Libnan, Filistîn, Yemen û herêmên din bihata derxistin.
Îranê di van 8 mehên dawî de lojîstikek mezin a dîrokî li dewletên hevkar belav kir.
5. Sûrî tijî roket, fabrîqeyên roket, Amûrên Hewayî yên Bêmirov (AHB), Pergalên Paratina Hewayî (PPH) li Dêrezor, Meyadîn û başûra Çemê Firatê bi cih kirin. Îsraîlê ji tirsa xwe her hefte êrîşî van amadehiyan kir.
Şîeyên Ereb ên Îraqê jî ji texma xwe ve ketin tevgerê.
6. Di serokatiya Sedr de Şîeyên Ereb ji bo Îraq ji bandora Îranê derkeve ketin tevgerê.
Ew hîn jî li hêviya roja xwe ne.
Di 8'ê meha Rezberê (9) de #Nirxandin nivîsî ku Cîhana Rojava biryara midaxaleya Îranê daye û ev riyek bêveger e.
7. Di vê navberê de, piştî heftiyekê jina Kurd Jîna Mehsa Emînî bi awayekî hovane, ji ber ku porê wê xuya dikir ji aliyê hêzên Îrana dagirker ve hat şehîdkirin. Civaka Îranê ya ku berê di warê serhildan û şoreşan de xwedî tecrûbe ye, rabû ser lingan û serhildanekê det pê kir.
8. Îran di 40 rojî de bû wekî ahtapota av lê germ bibe.
* Hêzên wê yên nav Îraq, Sûrî, Libnan, Filistîn, Yemen û Kurdistanê ketin xetereyek mezin.
* Ji Şingalê heta Herêma Medyan, Kirkûk, Mûsil, tevahiya Rojava dê bi awayekî pir mezin têkevin rewşek nû.
* Xwîn ji Îranê diçe.
9. Di vê navberê de Îsraîl destekek mezin dide Adirpaganê ji bo ji vê fersendê sûdê wergire.
* Tirk dixwazin parçeyekî mezin ê axê piştî ketina Îranê bi dest bixin.
* Erebên Îraqê ji bo çavkaniyên avê çavên xwe berdane çiyayên Kurdan.
* Ku Kurd amade nebin, dê pir biêşin.
10. Di vê navberê de hîn Şerê Ûqreyna neqediyaye û Pûtîn dê çi surprîzan bike ne belî ye. Endam
* Paratin; pergala tevdîr û şopandinê ye.
* Ku Pûtîn di sersalê de Çînê ji bo ketna Taywanê têxe tevgerê, bihara pêşiya me dê bibe dînayê şerê herî xwînî yê dîroka cîhanê.
Silav û rêz
• • •
Missing some Tweet in this thread? You can try to
force a refresh
1. Di vê beşê de em ê bi 10 xalan xebatên Îranê yên bandorê li ser Kurdên Rojavayê Kurdistanê dike, bikin.
Berî her tiştî armanca Îran a dagir li Rojava bi Sûrî re yek e; berdewamiya dagirkeriya Sûrî ya li ser axa Kurdistanê.
2. Îranê li herêma 1, Çola Dêrezorê bajarekî binerd çêkiriye. Rê, qul (kun), ode, nexweşxane, atolye, dibistan, îdare û lojîstîk.
Îran ji bo bikaranîna vir saziyên leşkerî yên Rejima Esed bi kar tîne. Petrolê bi riya tucaran ji Rojava dikire û dibe rafîneriyê.
3. Li herêma 2, bajarê Meyadînê atolyeyên Amûrên Hewayî yên Bêmirov (AHB) hene. Endezyarên ji Îranê hatine û yên Ûris li vir kesên nû perwerde dikin. Alavên atolyeyê heftiya borî bi TIR'an ji vir ber bi Dêrezorê şandin. Lê li herêmê kapasîteya xwe her roja diçe mezintir dike.